Ben şairim ! ölümden korkarsam; şiir yüzüme gözüme dursun !
İran'da Kürt şair Ahmet Nuaymî kürtçe şiir yazdı diye idam edildi..!!!
Helbestvan ım Ez
di destekî min de misas
di ê din de boça hêlet
li pêşiya min du gayê zerî
cotkar im ez
di destekî min de rayê telbîs
di ê din de pîjê serhildan
li pêşiya min ronahiya rojan
tovê rizî me ez
di destekî min de kef û pêçik
di ê din de qalûncek tûj
li pêşiya min genimê sor
palevan im ez
di destekî min de bilûr
di ê din de berxikek kulek
li pêşiya min keriyê pêz
şivan im ez
di destekî min de zont
di ê din de kulingê dudev
li ser milên min ava bûn
mizgefta 'Bursê' qesra 'Topkapi'
û abîdegor*
karker im ez
di destekî min de pênûs
di ê d