Taharê Biro nivîskar û wêjevanekî Êzdi Malbata Tahirê Biro di sedsala 19an de ji ber zilm û komkuştina Roma Reş ji herêma Qersê revîne û çûne Ermenistanê li Gundê Kaniya Kor/Şênkanî binecih bûne û li wir jiyana xwe domandine Tahirê Biro jî di roja 21ê meha berfanbara sala 1923yê de li Gundê Kaniya Kor/Şênkanî ji dayik bûye. Piştî sê mehan ji dayikbûna Tahirê Biro Malbata wan dîsa mala xwe bardikin diçin bajarê Tîflîsa Gurcistanê û li wir cîwar dibin.Tahir li wir di nav zarokên bajarî de mezin dibe, û li wir destpê xwendinê dike. Di sala 1948an de jî koleja mamostetiyê diqedîne û di heman salê de dizewice, paşê li balafirgeha Gurcîstanê dest diavêje hînbûna teknîkî û derbasî Ûkraynayê dibe.T