Du mîlyar Misilman hene
Yek ji yekî şerpezene
Se bi halê wan dikene
Çavê wan jî hîn li me ne
Em kurd tev bûn seferber
Me bi duwazde hezar leşker
Quds girt ji wan kesên kujer
Kêfxweş kir me ew pêxember
Îroj em Kurd ne xweser in
Weka teyrekî bêper in
Hem bêkes û hem bêser in
Îroj em ne kesên şer in
...
Hûn Selheddîn dikin hêvî
We qewmê wî hiştî sêwî
Ma hûn qet jê nakin fedî
Tînin ziman hûn navê wî
Baş bin ji bo qewmê Ekrad
Bila bibin bo we binyad
Heger ku Kurd bibin azad
Wê kêm bin fîxan û feryad
...
17.05.2018
Dîyadîn Akdemir